Li Hatayê 31 koçber hatin desteserkirin
03 sibat 2025 23:32
PeyamaKurd – Li bajarê Hatayê ku dikeve qerexê Derya Sipî, polîs mînîbusekî da rawestandin ku di nav de 31 koçberên biyanî hebûn. Bi wan re 2 kesên ku koçberan bi qaçaxî bi pere dişînin welatên derve hatin binçavkirin û wan şandin zîndanê.
Xebata ji bo desteserkirina koçberan ji aliyê asayîşa bajarê Hatayê û rêvebiriya deriyên sînor de hat kirin û mînîbusa ku koçberan hildigirt dan rawestandin û tê de 31 koçber girtin.
Her dû kesên bi navên H.B. û A.Ö., ji ber karê qaçaxî yê koçberan kirine, wan bi biryara dadgehê birin zîndanê û 31 koçberên desteserkirî teslîmê rêvebiriya bajêr ya koçberan kirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Li 3 bajarên Tirkiyê 230 koçber hatin desteserkirin
15 îln 2024
Jiyan
Li Edirne ya bajêrê Tirkiyê 308 koçber hatin desteserkirin
03 brf 2023
Cîhan
Li Bedlîsê 12 koçber hatin desteserkirin û 2 kesan jî sandin zîndanê
22 cot 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin