Li nêzîkî Girava Îmraliyê kestiyek noqî avê bû

15 sibat 2024 21:21
Li nêzîkî Girava Îmraliyê kestiyek noqî avê bû

PeyamaKurd - Li Deryaya Marmara ya Tirkiyeyê li nêzîkî Girava Îmraliyê keştiyeke kargoyê ya 69 mitroyî dirêj a Tirkiyeyê noqî avê bû .

Li gor nûçeyen çapemeniya Tirkiyeyê, keştiya kargoyê, ji ber pêlên bilind ên avê noqî avê bûye.

Di nûçeyan de hate diyarkirin ku li devera Girava Îmraliyê ku Serokê PKKê Abdula Ocalan lê girtî ye, pêlên ava deryayê heta 3 mîtroyan bilind bûne û ji ber vê yekê keştiya kargoyê nekaribûye xwe ji van pêlên bilind biparêza û di encamê de noqî avê bûye.

Çapemeniya Tirkiyeyê ragihand ku tê payîn 6 personelên ku hemwelatiyên Tirkiyeyê ne di keştiyê de ne û hate gotin ku li devera ku keştî noqî avê bûye, xebatên lêgerînê hatine destpêkirin. 

Wî got ku şeş kesên bi eslê xwe Tirk tê bawer kirin ku di keştiyê de bûn.