Li New Yorkê bi kêrê êrîş hat kirin!
Jinekê li Meydana Timesê ya New Yorkê du kes bi kêrê birîndar kirin. Yek ji birîndaran jiyana xwe ji dest da, êrîşkêr ji aliyê polîsan ve hate kuştin.
RûpelNews - Bûyer roja Duşemê, derdora saet 16:30ê êvarî bi dema herêmî, li nêzîkî bingeheke Rêvebiriya Polîsê New Yorkê (NYPD) û li derveyî avahiya Meydana Timesê, cihê ku pîrozbahiyên Şeva Sersalê lê dihatin lidarxistin, pêk hat.
Li gorî Komîserê NYPDyê Jessica Tisch, jina 49 salî, ku li Queensê dijiya, pêşî bi du kêrên ku ji çenteyê xwe derxistibûn, li zikê zilamekî 68 salî xist; ew nû ji stasyona metroyê derketibû û li benda derbasbûna rê bi jina xwe re bû.
Hat ragihandin ku êrîşkar çend saniyeyan şûnde li zikê jineke 32 salî jî xist.
Her du qurbanî rakirin nexweşxaneyê. Polîsan ragihand ku jina 32 salî jiyana xwe ji dest daye, lê rewşa zilamê 68 salî cihgir e.
Polîsan hewl da wê qane bikin
Dîmenên ku li ser medyaya civakî hatine parvekirin, êrîşkar nîşan didin ku du kêrên mezin ên metbexê di destên wê de ne û ji aliyê hejmareke mezin a polîsan ve hatiye dorpêçkirin.
Tisch got ku polîsan çend deqeyan hewl daye ku jinikê qane bikin da ku kêran berde, berî ku Taserê bi kar bînin, lê ev hewldan bêencam man.
Li gorî polîsan, êrîşkar paşê bi kêrên xwe yên ku hejandine ber bi polîsan ve pêşve çûye. Li ser vê yekê du polîsan gule reşandine.
Jina ku hatibû gulebarankirin li cihê bûyerê hat desteserkirin. Êrîşkara ku ji aliyê polîsan ve alîkariya yekem wergirtibû, paşê jiyana xwe ji dest da.
Daxuyaniya Şaredarî
NYPD ragihand ku jina navborî xwedî 'dîrokeke belgekirî ya pirsgirêkên tenduristiya derûnî' bû ku vedigere salên 2018 û 2019an, lê di tomara wê de tu girtinên berê tunebûn. Rayedaran diyar kirin ku bûyer bi terorîzmê ve ne girêdayî ye.
Şaredarê New Yorkê Zohran Mamdani diyar kir ku ew dê piştgiriyê bidin malbatên kesên di êrîşê de hatine kuştin û birîndar bûne. Mamdani û Tisch gotin ku destwerdana polîsan pêşî li birîndarên zêdetir girt.
Piştî bûyerê, beşek ji Kolana 7emîn bi awayekî demkî ji trafîkê re hat girtin û herêm bi şerîda polîsan hat dorpêçkirin.
Her çend îsal li New Yorkê di sûcên tundûtûj de kêmbûn çêbûbe jî, ev êrîşa kujer a duyemîn e ku di mehên dawî de li Meydana Timesê pêk tê. Di Gulanê de, li heman deverê kesek bi kêrê hatibû kuştin.
