Li navenda Minbicê otomobîlek hat teqandin
24 berfanbar 2024 20:02
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li navenda bajarê Minbicê ku niha ketiye kontrola komên çekdarên girêdayî Tirkiyê teqînek çêbû.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, teqîn bi rêya otomobîlekê li Kolana Berîd (Postxane) ya naverasta bajarê Minbicê ya çêbûye.
Di dimênên hatine belavkirin de, tê xuyakirin ku çekdar piştî teqînê guleyan direşînin.
Li gorî hin çavkaniyên li ser medya civakî agahî belav kirine, komên çekdarên li Minbicê bi xwe bi hev ketine û ew teqîn jî ji ber wê çêbûye. Derbarê kuştî û birîndarên êrîşê de agahî nehatin belavkirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Li Minbicê otomobîlek hat teqandin: Yek jî fermandar 3 kesan can da
09 trm 2023
Jiyan
SÎHA ya Tirk li Minbicê otomobîlek bombe kir: 3 servanên YPJê can dan
15 îln 2023
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin