SÎHA ya Tirk li Minbicê otomobîlek bombe kir: 3 servanên YPJê can dan

15 îlon 2023 20:26
SÎHA ya Tirk li Minbicê otomobîlek bombe kir: 3 servanên YPJê can dan

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di êrîşeke balafireke bêmirov a Tirkiyê de, 3 şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ku bi ser Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve ye candan.

Li gorî agahiyên çavkaniyê ji MInbicê, îro 15ê Îlonê danê nîvro li ser rêya herêma Hetabat a gundewarên başûrê Minbicê erebeyek hate bombekirin û di encamê de teqiya.

Ragihandina Encûmena Leşkerî ya Minbicê eşkere kir, balafireke bêmirov a artêşa Tirk erebeyeke Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bombebaran kir û di encamê de 3 şervanên YPJê can dan.