Li nav Derya Egeyê di nav belemeke plastîk de 28 koçber hatin desteserkirin

06 tîrmeh 2022 16:07
Li nav Derya Egeyê di nav belemeke plastîk de 28 koçber hatin desteserkirin

PeyamaKurd – Fermandariya Ewlekariya Peravan a Aydinê, li sînorê navçeya Kuşadasî, li nav Derya Egeyê 28 koçber desteser kir.

Fermandariya Ewlekariya Peravan a Aydinê diyar kir, li sînorê navçeya Kuşadasî li nav Derya Egeyê di nav belemeke plastîk de 28 koçber hatine dîtin.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, koçberên di nav wê belema plastîk de ji aliyê tîmên Fermandariya Ewlekariya Peravan ve ji nav deryayê hatin derxistin.

Herwiha di berdewamiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ew 28 koçber piştî wergirtina îfadeyên wan ji bo Rêveberiya Îdareya Koçê ya Aydinê hatin radestkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, do jî li sînorê navçeya Kuşadasî ya Aydinê 24 koçber hatibûn desteserkirin.