Li mizgefteke Nangarhar a Afganistanê dema nimêja Înê teqîn çêbû

12 mijdar 2021 20:00
Li mizgefteke Nangarhar a Afganistanê dema nimêja Înê teqîn çêbû

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro di dema nimêja Înê de, li mizgefteke wîlayeta Nangarhar a Afganistanê teqînek pêk hat û li gorî zanyariyên destpêkê herî kêm 15 kes hatine kuştin û 12 kes birîndar bûne.

 AFPê bi zarê rayedarekî Talîbanê ragihandiye ku îro Înê li mizgefteke wîlayeta Nangarhar a Afganistanê di dema nimêja Înê de teqînek pêk hatiye.

Li gorî nûçeya Reutersê, teqîn li mizgefta li herêma Sebîn Gar ya herêma Nangarhar a rojhilatê Afganistanê rû daye û di encamê de herî kêm 15 kes hatine kuştin û 12 kes jî birîndar bûne.

Agahiyên piştrastkirî yên derbarê kuştî û birîndaran de hîn nehatine belavkirin.

Hejayî bibîrxistinê ye, meha borî jî di teqîna li mizgefteke Şîeyan ya li bajarê Qendeharê de 62 kes hatibûn kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûbûn.

Berpirsiya teqînên ser mizgeftên Afganistanê DAIŞê li xwe girtibû.