Di dema nimêja Înê de êrîsî mizgefteke Suniyan kirin: 33 kes hatin kustin

23 nîsan 2022 15:29
Di dema nimêja Înê de êrîsî mizgefteke Suniyan kirin: 33 kes hatin kustin

PeyamaKurd – Li bajarê Qendûzê yê Afxanistanê, di dema nimêja Înê de, êrîşî mizgefteke Suniyan kirin.

Rayedaren Afxanistanê dan zanîn, ji ber êrîşê herî kêm 33 kes hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.

Hat zanîn ku heta niha tu alî berpirsiyariya êrîşê negirtiye ser xwe.

Berdevkê Tevgera Talîbanê Zebîhullah Mucahîd destnîşan kir, xebatên wan ji bo eşkerekirina êrîşkaran dewam dikin.

Piştî ku Tevgera Talîbanê dest danî ser rêveberiya welat, çekdarên DAIŞê gefa êrîşan xwaribûn.