Li Mêrdînê û Îzmîrê hejmarek siyasetmedarên kurd hatin desteserkirin

01 tebax 2019 15:12
Li Mêrdînê û Îzmîrê hejmarek siyasetmedarên kurd hatin desteserkirin

PeyamaKurd - Li Bajarê Mêrdîna Bakurê Kurdistanê polîsên Tirk bi ser malan de girtin û 4 siyasetmedarên kurd yên HDPyî û DBPyî desteserkirin. Li Îzmîrê jî 9 kes hatin desteserkirin

Polîsan, 7 Siyasetmedarên Kurd, ku beriya 2 rojan bi Fermana Serdozgeriya Komarî ya Merdinê kiribûn bin çavan de, derxistin dadgehê û bi hinceta propgandeya cudakariyê, 4 ji wan şandin girtîgehê, agahî ji her çar siyasetmedaran tine ye.

Ji aliyê din ve, li gelek navçeyên Îzmîrê polîsan bi ser malan de girt û di encamê de 9 kes desteser kirin. Polîsan li malan lêgerîn pêk anî û kelûpelên malan serûbin kirin. Polîsan dest danî ser gelek pirtûk û materyalên dîjîtal. Polîsan piştî lêgerînê bi hinceta ‘endamên rêxistinê ne’ û ‘di nava rêxistinê de xebat kirine’ 9 kes desteserkirin û ew birin Miduriyeta Polîsan a Îzmîrê.