Li Mêrdînê, keçeke 15 salî rastî êrîşeke biçek hat

09 tîrmeh 2026 20:51

Li navçeya Dêrika Mêrdînê, keçeke 15 salî li mala xwe bi birîna guleyê li pişta serê wê hat dîtin. Ew bi rewşeke giran rakirin nexweşxaneyê û hat ragihandin ku mejiyê wê miriye (mirina mejî pêk hatiye).

Li Mêrdînê, keçeke 15 salî rastî êrîşeke biçek hat

RûpelNews - Bûyer li taxa Şahverdi ya navçeya Dêrikê qewimî. Li gorî agahiyan, ew keça 15 salî ya bi navê M.E., ji aliyê xizmên wê ve li malê bi awayekî giran birîndar hat dîtin.

Piştî agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. M.E. li Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrikê tedawiya destpêkê wergirt, lê piştre ji ber giraniya rewşa xwe bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê hat veguhestin.

Hat ragihandin ku ew keça 15 salî, ya ku li beşa lênêrîna awarte dihat tedawîkirin, tûşî mirina mejî bûye.

Derbarê hûrgiliyên bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin û ev lêpirsîn hêj berdewam e.