Li Meletiyê gardiyanekî kustî hat dîtin
07 hezîran 2024 23:37
PeyamaKurd – Li bajarê Meletiyê li navça Yeşilyurdê memûrê ku garidyane di mala bavê xwe de bi sîlihê li serê wî xistî hat dîtin. Seet li dora 17.00ê êvarê li navça Yeşilyurdê gardiyanê bi navê Hacı K. (29) di mala bavê xwe de, bi bavê xwe H.K.re sohbetê dike. Bavê wî H.K. diçe mizgeftê û piştî ji mizgeftê dadigere malê lê dibîne ku kurê wî di nav xwînê de ye.
H.K. telefonê 112ê ya tîmên lezgîn yên tenduristiyê dike û dema tîm diçin ciyê bûyerê dibînin ku gardiyan can daye.
Polîs li ciyê bûyerê çekekî dibîne û piştî lêkolîna dozger cenazê Hacı K. dişînin morga Tib a Edlî ya Meletiyê. Gardiyan nezewiciye û li Xarpêtê (Elazığ) dixebite.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Li Meletiyê jina wendabûyî bi mirîtî dîtin
25 mjd 2025
Jiyan
Di malekî de 4 kes bi sîlih kustî hatin dîtin
27 rbn 2025
Jiyan
Li Sûriyê 3 dadger kustî hatin dîtin
24 brf 2024
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin