Li Laziqiyê, li dijî hêzên rejîma Esad êrîs hat kirin
16 rêbendan 2023 03:30
PeyamaKurd- Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku êrîşên komên muxalif ên ku rejîma Esad dikin armanc, li Suriyeyê dewam dikin.
Êrîşên komên çekdar ên opozisyonê yên li Bakurê Suriyeyê, bi hemû leza xwe berdewam dikin.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmî ji herêmê hatin ragihandin, Tûgaya Osman Bin Affan a girêdayî Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) duh êrîşeke ketina hundir a li ser çeperên rejîmê li gundewarê Laziqiyê pêk hanî.
Hat diyarkirin ku di êrîşê de herî kêm 10 ji hêzên rejîma Esad hatin kuştin û birîndarkirin.
Her wiha ji aliyê çavkaniyan ve hat gotin ku dibe ku hejmara kuştî û birîndaran, di encama êrîşa li eniya şer a li nêzî gundê Nexşeba ya Laziqiyê de zêde bibe.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin