Li Kurdistana Basûr û Iraqê pirsgirêka hêkan
PeyamaKurd- Wezareta Zîraetê ya Iraqê qedexeya kirîna hêkan danî da ji welatên derve neyên kirîn. Di serî de Tirkiye û welatên cîran yên ku hêkan difroşin Iraqê. Bo qededexe rabe an sîstemekî jê re bê danîn, rêvebiriya herêma Kurdistanê ragihand ku dê di mijarê de bi Bexdayê re biaxife.
Li ser qedexeya îtxalata hêkan bo Iraqê, bihayê hêkan di bazarê de derket du qatî. Wezîrê Zîraetê û Çavkaniyên Rêvebiriya Kurdistanê bo bihayê hêkan di bazarê de daxe, dê hinek teklîfan bo wezareta Bexdayê ya Zîraî bike. Wekîlê wezîr Rêbaz Hemelan bi hinek rêvebirên giştî û musteşaran yên wezaretê re civîn kir û ragihand ku dê heyetekî bo mijarê bişînin Bexdayê.
Heyeta ku here Bexdayê, dê mijara hilberîna welat jî bidin ber çav û li gor wê tedbîran bistîne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin