Li Kobanê malên kurdan tên talankirin!
Di gel ku dorpêça li ser Kobanê berdewam dike, komên çekdar ên girêdayî Artêşa Erebî ya Sûriyê, li gundên başûr û rojhilatê bajêr malên kurdan talan dikin.
Piştî êrîşa komên çekdar li ser gundên nêzîkî Kobanê, gelek welatî neçar man ku malên xwe biterikînin û koçî navenda bajêr bikin. Malên terikandî bûn hedefên komên çekdar ên ereb.
Aliye Qewas, nişteciheke gundê Girkê ye got ku mala wê ji aliyê komên çekdar ve hatiye talankirin.
Jineke bi navê Sewsen Dîban jî got ku komên çekdar malên wan talan kirine û xaniyên wan jî wêran kirine.
Emîne Dîban bi çavên tije girî got, "Çekdar malên me talan dikin. Çima hûn malên me wêran dikin?"
Bajarê Kobanê yê li Rojava ev 24 roj in di bin dorpêçê de ye. Her ku diçe rewşa li bajêr vediguhere karesateke mirovî. 200 hezar sivîlên ku ji gundan reviyane, li Kobanê niştecih bûne. Ev dorpêça demdirêj jiyana 600 hezar sivîl kiriye metirsiyê de.
Di rojên destpêkê yên dorpêçê de, pênc zarok ji sermayê jiyana xwe ji dest dabûn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin