Li Kerkûkê stargehên DAISê hatin ruxandin û 30 tohmetbar hatin desteserkirin

03 rêbendan 2022 18:57
Li Kerkûkê stargehên DAISê hatin ruxandin û 30 tohmetbar hatin desteserkirin

PeyamaKurd - Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Kerkûkê ragihand ku li Kerkûkê du stargehên DAIŞê hatin wêrankirin û 30 tohmetbarên DAIŞê jî hatin desteserkirin.

Fermandariya Operasyonan a Kerkûkê bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir, hêzên ewlehiyê hejmarek operasyon li çend deverên parêzgeha Kerkûkê pêk anîne û di encamê de; 30 tohmetbar hatine desteserkirin û du stargehên DAIŞê jî hatine ruxandin.

Herwiha hatiye diyarkirin, di operasyonê de hejmarek cebilxane û teqemeniyên DAIŞê jî hatine desteserkirin.