Tunelên DAISê hatin ruxandin: 2 terorîst kustî hatin desteserkirin

04 nîsan 2022 23:11
Tunelên DAISê hatin ruxandin: 2 terorîst kustî hatin desteserkirin

PeyamaKurd – Hat ragihadin ku di encama bombebarana balafirên şer ên Iraqê de, li parêzgeha Nînowayê çend tunelên rêxistina terorîst DAIŞê hatin ruxandin.

Şneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku bombebaran li ser zanyariyên hûr ên îstixbarata serbazî hatiye kirin û hêzeke Firqeya 16 ya Lîwaya 75 a Artêşa Iraqê jî li bejahiyê operasyon encam daye.

Hat diyarkirin, çekdarekî DAIŞê hatiye kuştin û di nav tunelekê de çekdarekî jî xwe teqandiye.

Herwiha li gorî daxuyaniyê du efserên artêşa Iraqê û du leşker jî bi sivikî birîndar bûne.