Li Kerkûkê her diçe dizî zêde dibe

22 hezîran 2019 17:32
Li Kerkûkê her diçe dizî zêde dibe

PeyamaKurd- Li bajarê Kerkûkê her diçe dizî zêde dibe. Rêvebirê asayîşa Kerkûkê Rifet balê kişand ser diziya erebeyan û ragihand ku her roj 3 an 5 erebe tên dizîn. Rêvebirê asayîşê weha ragihand:

“Dizî ber destê sibê têkirin. Erebeyên ku tên dizîn dibin herêma orta Iraqê û başûrê Iraqê. Hinek ji erebeyên diziyê dibin Kurdistanê. Hêzên asayîşê bi hevkarî di navbera bajaran de dixebitin. Heya niha gelek kesên ku diziyê kirine bi wî awayî hatine girtin.”

Rifer got ku li Kerkûkê di taxên Kurdan de aramiya asayîşê tine ye û weha dewam kir:

“ Bi taybetî di taxên Kurdan de polîs û hêzên asayîşê nikarin wezîfeya xwe bikin.”

Ev jî tê wateya ku rêvebiriya Kerkûkê naxwaze di taxên Kurdan de asayîş, ewlekariya can û malên Kurdan hebe lewra ew çend dizî têkirin.