Li Kerkûkê car din ala Kurdistanê bilind bû

09 rêbendan 2019 01:24
Li Kerkûkê car din ala Kurdistanê bilind bû

PeyamaKurd- Li gor nûçeya Rûdawê Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan (KYB) li bajarê Kerkûkê li hemû rêxistinên xwe de ala Kurdistanê daleqandiye. Li gor ragihandina nûçegihan Herdî Mihemmed ala Kurdistanê îşev hatiye daleqandin. Heman agahî ji aliyê rêvebirê YNK ê yê Kerkûkê Rewend Mela Mehmûd ve hat piştrastkirin.

Rewend Mela Mahmud weka got:

“Me di civîna meclisa Kerkûkê de biryarê da ku ala Kurdistanê ya YNKê û Iraqê li temamê rêxistinên xwe yên li Kerkûkê daleqînin. Me biryarê bi aliyên Iraqî re, di nava koordînasyonê de girt. Ji zûde ye ku me dixwest em ala Kurdistanê bilind bikin lê me nedixwest ku astengî derên.”