Kerkûkî: Em ê bi serbilindî vegerin û Ala Kurdistanê li Kerkûkê bilind bikin!

27 hezîran 2023 20:33
Kerkûkî: Em ê bi serbilindî vegerin û Ala Kurdistanê li Kerkûkê bilind bikin!

PeyamaKurd - Berpirsê Buroya Rêxistina PDKê li Kerkûk-Germyanê Kemal Kerkûkî, îro 27ê Hezîranê piştî civîna ligel nûnerên partiyên siyasî yên Kerkûkê civîneke rojnamevanî li dar xist. Kerkûkî got, “Em ê bi serbilindî vegerin û ala Kurdistanê li Kerkûkê bilind bikin û rewş dê asayî bibe.”

Kerkûkî bal kişand ser rewşa Kerkûkê diyar kir, “Em hemû li ser wê yekê hevnêrîn bûn ku Kerkûk di bin destê parêzgarekî şovenîst de xweperandî de ye, divê ew û gendeliya wî ji tevahiya Kerkûkê re were eşkerekirin û ji wê postê were dûrxistin.”

Kemal Kerkûkî got: “Pêwîst e Kurd bi moraleke bilind beşdarî hilbijartinên bê yên encûmenên parêzgehan bibin û bizanin kî ne ew kesên ku berevaniya mafên gelê Kurd dikin û dengê xwe didin wan.”

Kerkûkî destnîşan kir: “Rewşa Kerkûkê xirab e û hemû pêkhateyên resen ên bajêr di bin zilmê de ne. Em hemû hewl didin rewşa bajêr asayî bikin. Em ê bi serbilindî vegerin û ala Kurdistanê li Kerkûkê bilind bikin û rewş dê asayî bibe.”