Li Kerkûkê baregeha DAISê hat bombebaran kirin

16 hezîran 2022 23:21
Li Kerkûkê baregeha DAISê hat bombebaran kirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro Pêncşemê balafirên Iraqê, li Kerkûkê baregeheke rêxistina terorîst DAIŞê bombebaran kir.

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku Hêzên Asmanî yên Iraqê li sînorê parêzgeha Kerkûkê hejmarek baregeha çekdarên DAIŞê bombebaran kir.

Hat diyarkirin ku bombebarana baregehên DAIŞê piştî zanyariyên ajansa îstixbaratê û hevkariya wan a ligel hêzên Iraqê yên Geliyê Elgûr hatiye encamdan.

Hat eşkere kirin ku bi rêya balafirên F-16 yên Iraqê binkeyeke çekdarên DAIŞê li parêzgeha Kerkûkê ku hejmarek çekdar tê de bûn hatiye bombebaran kirin.

Li gorî daxuyaniyê, hêzên Iraqê li navçeya Geliyê Elşay ê li başûrê Kerkûkê jî çekdarên DAIŞê bombebaran kirin.