Li Kerkûkê 5 çekdarên DAISê hatin desteserkirin
18 nîsan 2022 13:26
PeyamaKurd – Ewlekariyê ya Iraqê diyar kir, hêzên wan li Kerkûkê 5 çekdarên DAIŞê desteser kirine.
Li gor Şaneya Ragihandina Ewlekariyê ya Iraqê bi daxuyaniyekê da zanîn, 5 çekdarên DAIŞê li çend navçeyên cuda ên parêzgeha Kerkûkê desteser kirine.
Herwiha eşkere kir, ew her 5 terorîst ji paşmahiyên çekdarên DAIŞê ne û di nav baskê (Dîwana El-Cund – piştevaniya lojistîkî) de kar dikin.
Polîsê Federalî yê Iraqê jî ragihand, wan li geliyê Miêzîlê yê li başûrê Kerkûkê şikefteke DAIŞê bi temamî têk dane û dest danîne ser çend perçeyên çek, teqemenî û kelûpêlên din ên çekdaran.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Li Kerkûkê 4 çekdarên DAISê hatin kustin
17 mjd 2024
Cîhan
Minbic | 2 çekdarên DAISê ji aliyê HSDê ve hatin desteserkirin
11 trm 2023
Jiyan
Li Kerkûkê 2 çekdarên DAISê hatin desteserkirin
29 trm 2020
Jiyan
4 çekdarên DAISê hatin kustin, 9 jî hatin desteserkirin
17 tbx 2020
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin