4 çekdarên DAISê hatin kustin, 9 jî hatin desteserkirin
PeyamaKurd - Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ku bi ser General Xelîfe Hefter ve ye, li ser şaneyeke terorîstên DAIŞê operasyonek pêk anî.
Hat ragihandin ku di encama wê operasyona serdegirtina şaneyê de, 4 çekdarên DAIŞê li başûrê Libyayê hatine kuştin.
Li gorî jêderên ji malpera El-Eyn re ragihandine, komeke leşkerên tûgaya Xalid Bin Welîd û odeya ewlekariyê ‘Mirziq’ a girêdayî artêşa niştimanî, bi ser şaneyeke veşartî ya çekdarên DAIŞê de li devera Xedwe ya başûrê rojhilatê Lîbyayê girt.
Hat ragihandin ku piştî serdegirtinê şer rû daye û di şer de 3 DAIŞî hatine kuştin û DAIŞîyekî jî xwe teqandiye.
Hat diyarkirin ku ev di nav 48 saetan de, duyemîn operasyona artêşa niştimanî ya li dijî çekdarên DAIŞê li başûrê Lîbyayê ye ku roja Înê jî operasyonek li “Wadî El-Heyat” pêk hatibû û 9 çekdar hatibûn girtin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin