Li Kerkûkê 2 sikeftên DAISê hatin teqandin
05 cotmeh 2021 12:59
PeyamaKurd – Li Kerkûkê 2 şikeftên DAIŞê hatin teqandin û termê 3 çekdaran jî hatin dîtin.
Li gor Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê diyar kir, hêzên Polîsên Federalî, 2 şikeftên DAIŞê li çiyayê Hemrînê li başûrê Kerkûkê teqandin. Herwiha 3 termên çekdarên DAIŞê jî dîtin.
Şaneya Ragihandina Ewlehiyê da zanîn, li navçeyên El-Ezemiyê û Kerade yên Bexdayê, 2 çekdarên DAIŞê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin desteserkirin.
Her çend e operasyonên li dijî çekdarên DAIŞê berdewam in, lê DAIŞ li çend navçeyên Iraqê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê rojane, welatiyan û hêzên ewlehiyê direvîne, dikuje û teqînan jî dike.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Kerkûk | 3 cihên vesartinê yên DAISê hatin teqandin
29 hzr 2021
Jiyan
Li Sûriyê du hewldanên kustina Sera ya ji aliyê DAISê ve hatin têkbirin
10 mjd 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin