Li Kerboranê perestgeha 11 hezar û 300 salî derket ortê
PeyamaKurd- Li bajarê Mêrdînê li navçeya Kerboranê perestgehekî ayînî hat dîtin ku temenê wê diçe 11 hezar û 300 salî. Perestgeh aîdê dewra neolîtîke û xebatên arkeolojîk ji aliyê muze ya Mêrdînê de bi sedema ku dê di bin ava bendava Ilısuyê de bimîne, di sala 2012an de destpêkiriye.
Serkirdayetiya xebatê beşa arkeolijiyê ya zankoya Artûklûyê ya Mêrdînê û Zankoya Kocaeliyê, beşên arkeolojiyê dikin.
Perestgeh ya dewra neolîtîke, dîwarên wê ji kevirên moloz hatine avakirin û bingeha wê ji kilsa sert hatiye avakirin. Perestgeh hemdemê perestgeha Göbeklitepe ya li Rihayê tê qebûlkirin. Ji rêvebirên xebatê, Kodaş mijarê weha zelal dike:
“Li gor analîzan; 4 stelên perestgehê hene. Temenê wê li dora 11 hezar û 300 sale. Xebat dewam dikin lê me stelên wê bi awayeka zelal derxistiye ortê. Yek ji stelan şikestiye lê her 3 yên din heya roja me saxlem mane. Dîwar ji kevir û çamûrê hatine avakirin. Em hêj negihane binê wê. Li ser stelan ti îşaret an nîşan tinene. Mezinahiya wê 80 m2 ye.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin