Bi deh hezaran kes li Almanyayê derketin kolanan
Bi deh hezaran kes li zêdetirî 35 bajarên li seranserê Almanyayê li dijî rastgirên tundrew û AfDê xwepêşandan li dar xistin. Sedema sereke ya protestoyan serkeftina AfDê di hilbijartina eyaleta Saksonya-Anhaltê de bû, ku tê de partiyê ji sedî 43.8ê dengan bi dest xist.
RûpelNews - Li seranserê Almanyayê, piştî serkeftina partiya rastgir a tund Alternatîfa ji bo Almanyayê (AfD) di hilbijartina eyaleta Saksonya-Anhaltê de, xwepêşandan hatin lidarxistin. Bi deh hezaran kes li nêzîkî 40 bajaran, di nav de Berlîn, Hamburg û Munîh, derketin kolanan û banga qedexekirina AfDê kirin.
Li gorî hejmarên polîsan, li Berlînê nêzîkî 18 hezar , li Dusseldorfê 20 hezar û li Munîhê 12 hezar kes beşdarî xwepêşandanan bûn. Rêxistinkaran ragihand ku li Hamburgê hejmara beşdaran gihîştiye 25 hezarî. Her wiha li gelek bajarên din jî, di nav de Leipzig, Magdeburg, Mainz û Saarbrücken, xwepêşandan hatin lidarxistin.
Xwepêşandanên ku ji aliyê zêdetirî sed rêxistin, însiyatîf û sendîkayan ve hatibûn piştgirîkirin, banga hevgirtina demokratîk kirin.
Di hin xwepêşandanan de, bang hatin kirin ku ji bo serlêdana qedexekirina AfDê lêkolîneke yasayî were destpêkirin. Hat ragihandin ku xwepêşandan bi giştî bêyî bûyer bi dawî bûn.
