Li Kazaxistanê balafireke rêwiyan ket: Bi kêmanî 14 kes mirin
PeyamaKurd - Li Kazaxistanê balafireke rêwiyan ket. Di balafira Almati-Astanayê de 95 rêwî û 5 murettebat hebûn. Li gorî zanyariyên destpêkê di qezayê de 14 kes mirin û 30 kes jî birîndar bûn.
Kazakistan'da uçak düştü... https://t.co/UHnJ76Ug77#Kazakistan #Almatı #Fokker100 #BekAir #AlmatıHavaalanı #kaza pic.twitter.com/SrwrIAH3lM
— Airkule (@Airkule) December 27, 2019
Komîteya Rewşên Lezgîn a Kazaxistanê ragihand ku, di balafira Almati-Astanayê de 95 rêwî û 5 muretebat hebûn û di dema destpêkê de ketiye. Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku derbarê mijarê de lêgerîn û lêpirsîn didomin.
Walîtiya Almatiyê jî eşkere kir, di qezayê de 14 rêwiyan jiyana xwe ji dest daye û 30 kes jî birîndar bûne. Walîtiyê herwiha ragihand, heya ku sedema qezayê were diyarkirin hemû firînên kompaniya Bek Airê hatiye rawestandin.
Kazakistan'da yolcu uçağı yerleşim yerinin olduğu bölgeye düştü.
— Öztürk (@oztrk_aydn) December 27, 2019
Uçakta 100 kişi vardı.
İlk belirlemelere göre 9 kişi hayatını kaybetti.
Uçağın enkazında arama çalışmaları sürüyor. pic.twitter.com/viQW7P8jfI
Ji aliyê din ve Reutersê jî ragihand ku di wê qezayê de 14 rêwiyan jiyana xwe ji dest daye û di nava kesên mirî û birîndar de zarok jî hene.
‘Dê berpirsyar werin sizadan’
Serokê Dewleta Kazaxistan Kasim Comert Tokayev derbarê miajrê de li ser hesabê xwe yê medya civakî şîroveyek kir û got, “Di çarçoveya hiqûqê de wê berpirsyar werin sizadan.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin