Li Kazaxistanê 5 hezar û 135 kes hatine girtin û 164 kes jî hatine kustin

09 rêbendan 2022 19:40
Li Kazaxistanê 5 hezar û 135 kes hatine girtin û 164 kes jî hatine kustin

PeyamaKurd – Wezareta Navxwe ya Kazaxistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku di çarçoveya 125 lêpirsînên cuda de 5 hezar û 135 kes hatin girtin û Wezareta Tenduristiya Kazaxistanê jî eşkere kir ku 164 kes heta niha di xwepêşandanan de hatine kuştin.

Di encama xwepêşandanên li dijî bihayiyê û deshilatdariya Kazaxistanê ji hefteya borî ve dest pê kiribûn de, li gorî amarên dawî yên Wezareta Tenduristiyê ya Kazaxistanê eşkere kirine, di xwepêşandanên rojên dawî de 164 kes hatine kuştin ku piraniya qurbaniyan bi 103 kuştiyan li Alma-Atayê hatine tomarkirin.

Li gorî ragihandina Wezareta Navxwe ya Kazaxistanê jî heta niha 5 hezar û 135 kes hatine girtin û rewş li seranserê welat aram bûye.

Li gorî agahiyên Wezareta Navxwe ji ber çalakiyan bi 175 milyon euroyî xisar çêbûye. Wezîr Erlan Tûrgûmbayev diyar kiriye ku zêdetirî 100 dikan û banka hatin talankirin, zêdetirî 400 wesayit hatin îmhakirin û gotiye: "Îro li herêmên welêt hemûyan rewş aram bûye."

Herwiha hatiye ragihandin ku market ji îro pê de vedibin û rêyên serek jî ji çûnûhatinê re têne vekirin.

Serokomarê Kazaxistanê Qasim Comerd Tokayev ku xwepêşander wekî terorîst bi nav kiribûn û fermana bê hişyarî ya gulebaranê dabû hêzên ewlehiyê jî da xuyakirin ku 10ê Çileyê 2021ê ji ber bûyerên rû dane û qurbaniyan şîna giştî hatiye ragihandin.