Li Kampa Holê çek û bombe hatin desteserkirin

30 rêbendan 2024 22:54
Li Kampa Holê çek û bombe hatin desteserkirin

PeyamaKurd - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku wekî Asayîşa Rojavayê Kurdistanê tê zanîn, li ser operasyona qonaxa sêyemîn a ‘Operasyona Mirovî û Ewlehîye’ li ser Kampa Holê ya malbatên DAIŞê daxuyanî da.

Di daxuyaniya Asayîşa Rojavayê Kurdistanê de, li ser qonaxa sêyemîn a "Operasyona Mirovî û Ewlehiyê" ku 27ê Çileyê dest pê kiriye hate gotin, di roja 4emîn a operasyonê de û li gor mikurhatinên kesên ku di rojên borî de hatine girtin çek û kelûpel hatin girtin.

Hate diyarkirin ku di encama lêgerînên nav kampê de, 2 kemerên teqemenîyê, 2 klaşînkov, 10 cercûrên klaşînkov, 3 bombeyên destan û 9 derziyên hişbirê yên tramadol hatine desteserkirin.

Herwiha hate ragihandin ku heta niha 31 kesên gumanbar hatina girtin.

Operasyon li kampa Holê ya rojhilatê bajarê Hesekê bi hevkariya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê birêve diçe.