Li Kampa Holê 23ê kes bi tohmeta danûstandina bi saneyên DAISê re hatin girtin
04 gulan 2022 13:00
PeyamaKurd – Asayîşa Kampa Holê ya Rêveberiya Xweser, li nav Kampa Holê 23ê kes bi tohmeta danûstandina ligel şaneyên DAIŞê li derveyî kampê girtin.
Çavkaniyên ewlekariya Rêveberiya Xweser diyar kirin, Asayîşa Kampa Holê li nav kampê 23ê kes bi tohmeta danûstandina ligel şaneyên DAIŞê li derveyî kampê girtine ku dixwestine êrîş, tundûtîjî û teqînan li navçeyên Rojavayê Kurdistanê bikin.
Herwiha di 1ê Gulanê de jî, Asayîşa Kampa Holê meytê koçberekî Iraqî li nav kampê dîtibû. Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova, di Nîsana borî de 6 kes ji aliyê şaneyên DAIŞê li nav Kampa Holê hatibûn kuştin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Li Kampa Holê saneyên DAISê gef li karkeran stûnên ronîkirinê xwarin
15 hzr 2022
Koçber
Rojava: 837 Iraqî ji Kampa Holê hatin derxistin
29 brf 2025
Jiyan
Rêveberiya Samê: HSD Kampa Holê û sînorên Iraqê radestî me dike
11 adr 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin