Li Japonyayê xeyal bû rastî: "Makîneya Sustina Mirovan" hat hilberandin

01 berfanbar 2025 16:20
Li Japonyayê xeyal bû rastî: "Makîneya Sustina Mirovan" hat hilberandin
Nivîskar: İlyas batu

PeyamaKurd – Şirketeke teknolojiyê ya li Japonyayê, amûra ku salan e di fîlmên honaka zanistî de cih digirt, ango "makîneya şuştina mirovan" kire rastî. Bihayê vê makîneyê wekî 16 milyon lîre hat diyarkirin.

Ev cîhaza nûjen a ku dişibe kapsulekê, bi sîstemeke taybet dixebite. Bikarhêner dikevin nav kapsulê, muzîka ku dixwazin hildibijêrin û makîne dest bi proseya şuştinê dike. Rayedarên şirketê destnîşan kirin ku armanca vê teknolojiyê ne tenê paqijkirina laş e, di heman demê de "paqijkirina giyanî" ye jî. Di dema şuştinê de makîne nîşanên jiyanî û lêdana dilê bikarhêner tomar dike û dişopîne.

Proje destpêkê tenê wekî prototîp hatibû amadekirin. Lê belê, piştî ku şirketeke betlaneyê ya Amerîkî ji bo bikaranîna tîcarî eleqe nîşan da, biryara hilberîna wê hat dayîn. Şirketê ragihand ku ji ber taybetmendî û luks-bûna wê, dê tenê 50 heb ji vê makîneyê bên hilberandin.