Li Japonyayê erdhejek tirsnak çêbû!

03 hezîran 2024 13:07
Li Japonyayê erdhejek tirsnak çêbû!

PeyamaKurd – Li eyaleta Ishikawa ya li rojavaye Japonya bi lerza 5,9 erdhejek çebû.

Li gor daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Japonyayê (JMA) li bajarê Sûzûya ku dikeve bakurê rojhilatê Nîvgirava Noto ya Îşikawayê bi lerza 5,9an erdhejek pêk hat.

Piştî erdheja ku li gor saeta herêmî di 06.31ê de 10 kîlometre di bin erdê de hat qeydkirin hişyariya tsunamiyê nehat dayîn.

Erdhej li seranserê Ishikawa û parêzgehên derdorê, di nav de Fukui û Niigata yên nêzîk, hat hîskirin.