Li Îstenbolê li Fikirtepe agir bi resîdanstekî 24 qatî ket

16 cotmeh 2022 03:55
Li Îstenbolê li Fikirtepe agir bi resîdanstekî 24 qatî ket

PeyamaKurd – Li Tirkiye li bajarê Îstenbolê li navça Kadıköyê li taxa Fikirtepe agir bi resîdanstekî 24 qat ku di kolana Ruzgar de ye ket. Agirê ku bi qata yekem ket di wexteka kurt de giha heya qata herî jor, qata 24 an.

Li ser agahdarkirina îtfaiyê tîmên îtfaiyê çûn ciyê bûyerê û mudaxeleyê agir kirin. Kesên di resîndanstê de bûn temamê wan hatin tehliyekirin. Li gor ragihandina şaredarê mezin yê Îstenbolê Ekrem İmamoğlu, di şewatê de ti kes nemiriye. Xebata vemirandina agir dewam dike.