Li Îsraîlê doza duyem ya asiya Kovid-19 ê têkirin
PeyamaKurd – Doza duyem ya aşiya Kovid-19 ê bo serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahû û bo wezîrê tenduristiyê Yuli Edelstein ya ku ji aliyê şîrketên Pfizer û BioNTechê de hatibû hilberîn, di weşana zindî de hat kirin. Aşi nêzî Tel Avivê li bajarê Ramat Ganê li navendekî tenduristiyê hat kirin.
Li Îsraîlê doza yekem car din bo Netenyahû û wezîr Edelstein li ber çapemeniyê di weşana zindî de hatibû kirin.
Netenyahû got ku wê temamê Îsraîliyên di ser 16 saliyan de wê aşiya Kovid-19 ê bêkirin û kesên her dû dozan li xwe bixin wê “Pasaporta Kesk” bidin wan. Kesên pasaportê bistînin dikarin tevli ahengan bibin, dikarin li xwaringehan xwarinê bixun û ger temasa wan bi kesên nexweş re bibe jî dê ji karantînayê bêpar bin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin