Li Îsraîlê 400 hezar leşkerên din tên seferberkirin

25 adar 2026 16:59

Li gorî rojnameya Îsraîlê ya The Times of Israel, hikûmeta Tel Avîvê erkdarkirina 400 hezar leşkerên din (ên yedek) pejirand.

Li Îsraîlê 400 hezar leşkerên din tên seferberkirin

RûpelNews - Ligel berdewamiya operasyonên li dijî Îran û Lubnanê, hikûmeta Îsraîlê destûr da artêşê ku heta 400 hezar leşkerên yedek seferber bike.

Rewşa awarte hat dirêjkirin

Parlamentoya Îsraîlê daxwaza hikûmetê ya ji bo dirêjkirina rewşa awarte ya li seranserê welêt heta 14ê Nîsanê pesend kir.

Li gorî raporê artêşa Îsraîlê operasyonên xwe yên bejayî li başûrê Lubnanê dê berfireh bike û hat destnîşankirin ku dê du lîwayên din tevlî operasyonên bejayî yên li Lubnanê bibin.

Desthilata artêşa Îsraîlê ya ji bo gazîkirina leşkerên yedek di bin "fermanên awarte" de, ji 7ê Cotmeha 2023an ve di navberên birêkûpêk de ji bo pesendkirina hikûmetê tê pêşkêşkirin.

Sala borî 280 hezar leker hatibûn seferkirin

Rêveberiya Tel Avîvê destûr dabû artêşê ku di Kanûna 2025an de gazî 280 hezar leşkerên yedek bike. Di vê navberê de, artêşa Îsraîlê ragihandibû ku ew ê rojek piştî destpêkirina êrîşên li ser Îranê gazî 100 hezar leşkerên din bike.