Li Iraqê 2 êrîsên bombeyî: 3 ji Hesda Seibî 5 kes hatin kustin
21 nîsan 2020 23:11
PeyamaKurd – Di encama êrîşeke bombeyî ya li parêzgeha Selaheddîn de, 3 ji wan endamên Heşda Şeibî 5 kes hatin kuştin.
Li gorî ragihandina çavkaniyên ewlekariyê, li navçeya Şirgat a bakurê parêzgehê bombeyeke çandî bi otomobîleke hêzên Heşda Şeibî de hatiye teqandin.
Di teqînê de 3 endamên Heşda Şeibî li cihê bûyerê can dan û 3 kesên sivîl jî birîndar bûn.
Herwiha li gundê Al Sura yê navçeya Şirgatê jî di êrîşeke bombeyî de bav û kurek hat kuştin.
Tê texmînkirin ku herdu êrîş jî ji aliyê DAIŞê ve hatine kirin ku van demên dawî li dorûbera Mûsil, Diyala, Kerkûk û Selahaddînê êrîşên xwe zêde kirine.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Wezareta Derve ya Iraqê: Hesda Seibî êrîsên li dijî KFC pêk neanî
12 hzr 2024
Jiyan
Xezelî: Hesda Seibî biryar daye êrîsên xwe yên li Iraqê zêde bike
15 hzr 2021
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin