Li Îranê xelk ji ber aboriya xerab protestoyê dikin

25 hezîran 2018 21:17
Li Îranê xelk ji ber aboriya xerab protestoyê dikin

PeyamaKurd - Li Tehrana paytextê Îranê komeke esnafan ji bo ku pirsgirêkên aboriyê û bihayê dowîzan a zêde protesto bikin, dest bi grevê kir.

Li Çarşiya Mezin a Tehranê esnafan kepengên dikanên xwe girtin û dirûşmeya "Em dolarên bi 10 hezar tumenî naxwazin" berz kirin.

Esnafên "Pasaja Avê ya Çaharê" ya li Tehranê jî ji ber bihayê dowîzan ên zêde û bêqîmetbûna tumenê Îranê protesto kiribûn û dirûşmeyên wek "Dev ji Sûriyeyê berde, rewşa me binêre" û "Grev, grev" berz kiribûn.

Li Îranê bihayê dolar di demeke kin de ji 4 hezar tumenî derketibû 7 hezar û 500 tumenî. Serokomar Hesen Rûhanî di meha nîsanê da biryar dabû ku bihayê dolar 4 hezar û 200 tumenî bê sabîtkirin û di piyasaya serbest da kirîn û firotina dolar qedexe kiribû.

Li piyasaya serbest dolar 8 hezar û 500 tumenî bi rêya qaçax tê firotin.