Peyama Hamaney îsareta xerabiya aboriya Îranê ye
Pêşîvanê ayînî ye Îranê Alî Hamaney li bajarê Meşhedê ku nufûsa bajêr gelek qelebalixe, bi munasebeta pîrozkirina Newrozê, xîtabê xelkê kir û di xîtaba xwe de got ku bila xelkê Îranê malê hilberîna Îranê bikarbîne.
Hamaney got bo çareserkirina aboriya Îranê, divê xelk malê cî yê îranê bikarbîne. Hemaney weha dewam kir:
“Weka hun çawa piştgiriya Real Madrîdê dikin, wisa jî malê xwe yê hilberîna cî bikarbînin.”
Hamaney behsa mijara malê qaçax jî kir û got ku malê qaçax zerarê dide aboriya Îranê. Di axaftina xwe de Hamaney behsa avakirina DEAŞê kir û got ku Amerîka bo Îsrîl bê jibîrkirin DEAŞê daniye û wê Amerîka di herêmê de negihê armancên xwe.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin