Li Îranê pevçûn: 4 kes mirin

28 îlon 2018 17:31
Li Îranê pevçûn: 4 kes mirin

PeyamaKurd- Li Îranê li eyaleta Sîstan û Belûcistanê di navbera hêzên asayîşa Îranê û grûbekî çekdar de şer û pevçûn derket. Di encamê de 4 kes ji çekdaran hatin kuştin û 2 kes jî birîndar bûn. Lê Îran negot bê ji hêzên asayîşê mirî an birîndar çêbûne an na.

Li gor baregeha Qudsê ku bi ser artêşa Parêzvanên Şorişê yê Îranêye, serê sibê li ser sînorê Pakistanê li navçeya Serwanê grûbeka ku xwest bavêje ser qereqolên Îranê û hêzên dewletê şer kirin. Ji bilî 6 kesan yên mayî dageriyane nav sînorê Pakistanê.

Li herêma Sîstan û Belûcistanê gelek caran şer û pevçûnên weha dertên û bi sedema Îran qebûl nake ku ji bilî Farisan kes bibe xwedî maf, arîşeyên weha dertên ji ber Belûcistan welatekî cuda û milletekî cuda ye.