Li Îranê nêzîkî Tengava Hurmuzê teqîn
Medyaya Îranî ragihand ku piştî teqînan li bajarê girîng ê stratejîk ê Bender Ebas li nêzîkî Tengava Hurmuzê, dengê teqînan li bajarê Sirik ê li parêzgeha Hurmuzê jî hatiye bihîstin.
RûpelNews - Hat ragihandin ku dengên teqînan ên li pey hev li derdora Tengava Hormuzê li başûrê Îranê hatine bihîstin.
Li gorî nûçeya AAyê, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) destpêkirina êrîşên zêdetir li dijî Îranê ragihand, bi hinceta hedefgirtina keştîyên bazirganî.
Li gorî agahiyan, dengên teqînan li bajarên Sirik û Bandar Abbas ên li parêzgeha Hurmuzganê, û her wiha li Çabahar û Konarak ên li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, li başûrê Îranê hatine bihîstin.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a nîv-fermî ya Fars, dengên teqînan li başûrê Îranê hatine bihîstin.
Hat ragihandin ku, piştî gefên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên li dijî Îranê, dengên teqînan saet di 23:15an de bi dema herêmî li bajarên Sirik û Bandar Abbas (Parêzgeha Hurmuzganê) û Çabahar û Konarak (Parêzgeha Sîstan û Belûçistanê) hatine bihîstin.
Di derbarê mijarê de tu agahiyên berfireh nehatine dayîn.
