Li Îranê melayên mizgeftan tên rexnekirin
PeyamaKurd - Endamê Civata Zilamên Dînî ya Têkoşêrên Îranê Muhemmed Taqî Fazil Meybedî der barê xutbeyên roja înê tên dayîn de got ku uslûbek "tund" tê bikaranîn û ev jî tiştekî xelet e.
Li gor nûçeya malpera "etemaadonlîne" Meybedî daxuyaniyek da û wiha got:
"Uslûba me her roj hişktir dibe. Dema hûn li xetîbên ku roja înê diaxivin guhdar dikin hûnê bibêjin heçko nîvê gelê Îranê gunehkar in. Divê ev mesele werin guherandin."
Meybedî got divê ev nêrîn biguhere û wiha dewam kir:
"Her tim em heqaretê li welatên biyanî dikin. Hemû qusûran diavêjin ser van welatan yan jî înternetê em sûcdar dikin. Ev nêrîn tu pirsgirêkan çareser nake. Divê em ji bîr nekin, sedema vê uslûb û gotinên me ne. Divê em li gorî gotinên xwe hereket bikin û dîyalogeke neteweyî bidine rûniştin."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin