Rejîma Îranê 4 melayên Kurd girtin
Peyama Kurd – Rejîma Îranê 11 sal ceza da 4 melayên Kurdên Rojhelatê Kurdistanê.
Li gor agahiyên Rêxistina Mafê Mirovan a Rojhelatê Kurdistanê (Hengaw) melayên Kurd Şerîf Mehmûdpûr, Seyîd Silêman Ahmed, Seyîd Cemal Wajî û Yûnis Newxaye ji alî dadgeha rejîma Îranê ve bi cezayê 11 salan hatine zindanîkirin.
Hengawê ragihand ku ev melayên Kurd ên xelkê Pîranşarê, bi angaşta ku pêwendîya wan li gel Tevgera Jin Jîyan Azadî hebûye hatine desteserkirin, ji alî Dadgeha Taybet ya Mamostayên Olî ya rejîmê ve bi 11 salan hatine cezakirin.
Di daxuyaniya Hengawê ya ku li ser malpera xwe belavkirîye de tê diyarkirin ku ji van melayên Kurd Mela Şerîf Mehmûdpûr û Mela Seyîd Cemal Wajî ku melayên Mizgefta Gundê Peswê yê girêdayî Pîranşar e, her yek bi 2 salan hatine cezakirin.
Hengawê ragihand ku Mela Seyîd Silêman Ahmedî ku mamostayê Dibistana Zanistên Ayînî ya Selaheddînê Eyyûbî ya Pîranşarê ye, bi 4 salan hatiye cezakirin û Mela Yûnis Nexwaye ku ew jî li heman dibistanê mamosta ye bi 3 salan hatiye cezakirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin