Li Îranê ji sedî 35ê xelkê di asta hejariyê de ye
28 berfanbar 2020 03:24
PeyamaKurd - Rêveberê Giştî yê Navenda Aborî ya Encûmena Lêkolînê ya Îranê Mûsa Şehbazî ragihand ku, li seranserê Îranê asta hejariyê gihîştiye ji sedî 35ê gelheyê.
Li gorî ajansa Tasnîm a Îranî Şehbazî, bi fermî ragihandiye ku xwegihandina xurekên pêwîst ji ber hejariyê gelekî kêm bûye ku li cihê goştê sor, xelk goştê mirîşkan û hêkan dixwe.
Şehbazî siyaseta darayî ya rêveberiya Îranê jî rexne kiriye û gotiye, ev tê wateya binketinê.
Hêjayî gotinê ye, li gorî amarên 14ê Cotmeha 2018an di sala 2017an de asta hejariyê li seranserê Îranê ji sedî 17bû, lê niha gihîştiye ji sedî 35an.
Li aliyê din ambargoya Amerîkayê û gefxwarina dualî rewşa aborî ya Îranê xerabtir dike.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Îranê girtiyek li ber çavê xelkê îdam kir
27 tbx 2024
Jiyan
Xaminey: Ji sedî 60ê neçûne ser sindoqan ne dijberê rejîma Îranê ne
04 trm 2024
Magazîn
Li Îranê asta hejariyê 12 qatan zêde bûye
17 mjd 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin