Li Îranê doza cezayê 99 qamçîyan li Ronaldo hate vekirin
13 cotmeh 2023 23:38
PeyamaKurd – Futbolîzê navder Cristiano Ronaldo ku di tîma Al-Nassr a Erebistina Siûdî de dilîze, çima ku di dema serdana Îranê de, wênesaza îranî ya jin Fatemeh Hamami hembêz kiribû, doz lê hate vekirin.
Ronaldo dema serdana xwe ya Îranê ya demek berê, formeyê xwe yê îmzekirî diyarî şêwekara jin a astengdar Fatemeh Hamamî kiribû û piştre jî ew hembêz kiribû.
Hejmarek parêzên îranî piştî wê dîmenê doz li Ronaldo vekirine ku bi 99 qamçiyan were cezakirin bi sedema ku li gorî yasayên Îranê nabe mêrek jineke ezeb hembêz bike.
Hatiye diyarkirin, heger Ronaldo poşmaniya xwe li dadgehê bîne ziman dibe ku were efûkirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Aborî
Ji Ronaldo re cezayê Messi hat birîn
29 sbt 2024
Aborî
Egera Cristiano Ronaldo neyê Bexdayê heye
15 îln 2024
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin