Li Îranê 448 xwepêsander hatine kustin
PeyamaKurd – Navenda Mafên Mirova ya Îranê (HRANA) diyar kir, di xwepêşandanên Îranê de herî kêm 448 xwepêşander hatine kuştin û nêzîkî 18 hezar kes jî hatine desteserkirin.
Navenda Mafên Mirova ya HRANA da zanîn, ji 16ê Îlonê heta 25ê Mijdarê, xwepêşandan li 156 bajar û bajarokên Îran û Rojhilatê Kurdistanê birêve çûne û ji ber karvedana tund û teqeyên rasterast ên hêzên ewlehiya Îranê ve, 448 xwepêşander hatine kuştin ku ji wan 63 kes zarok in. Herwiha 18 hezar û 170 xwepêşander jî hatine destesekirin.
HRANA destnîşan kir, di nava vê demê de li 143 zanîngehan kombûn û xwepêşandan hatine kirin û 565 xwendekar jî hatine desteserkirin.
Herwiha nasnameyên sê hezar û 234 xwepêşanderên desteserkirî ji çalakvanên Mafên Mirova ya Îranê (HRANA) re eşkere bûne, di nav wan kesan de 110 zarokên li jêr 18 salî hene, ku ji wan 74 kur û 36 keç in.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin