Li Îranê 2 kes ji ber Covid-19ê mirin
PeyamaKurd -Li Quma bajarê Îranê 2 kes ji ber cura nû ya vîrusa koronayê (Covid-19) jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin ku li bajarê Îranê Quma 2 kes ji ber cura nû ya vîrusa koronayê (Covid-19) jiyana xwe ji dest dan.
Berpirsê Peywendiya Gel a Wezareta Tendirustiya Îranê Kiyanûş Cihanpur li ser hesabê xwe yê mdya civakî ragihand ku li bajarê Qumê 2 kesên ku bi gazinda kêçbûna hilmê di bin çavdêriya pizîşkî de bûn û testên wan ên Covid-19ê pozîtif derketibûn, jiyana xwe ji dest dan.
Serokê Zanîngeha Pizîşkî ya Qumê, Mihemed Reza Qadir di daxuyaniyekê de destnîşan kir ku di çar rojên dawîn de gazindên kêmbûna hilmê zêde bûne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin