Li Hewlêrê rêya navdewletî tê nuhkirin

05 îlon 2020 16:29
Li Hewlêrê rêya navdewletî tê nuhkirin

PeyamaKurd – Li Hewlêrê, rêya navdewletî ya Hacî Omeran-Çoman tê nuhkirin.

Li gor Parêzgariya Hewlêrê ragihand, li ser daxwaza parêzgarê Hewlêrê û bi rizamendiya Serokê Hikûmeta Kurdistanê, rêya navdewletî ya Hacî Omeran-Çomanê tê nuhkirin.

Rêya Hacî Omeran-Çoman, rêyeke navdewletî ye ku Herêma Kurdistanê bi rêya deriyê sînorî yê Hacî Omeran, bi Îranê ve girêdide.