Li Hewlêrê ji destpêka 2021ê ve 300 sirket hatin damezrandin
PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê ji destpêka sala 2021ê ve heta niha nêzîkî 300 şîrket û kompaniya li Hewlêrê hatine damezirandin.
Berpirsê tomarkirina kompaniya û şîrketan li wezareta bazirganî û pîşesaziya Kurdistanê, Piştîwan Wertî ragihand, îsal li Hewlêrê 289 kompaniyayên hundirîn û 10 jî yên biyanî hatine tomarkirin. 90 şîrketên xwemalî û biyanî jî hatine betalkirin.
Piştîwan Wertî ji BasNewsê re daye xuyakirin, li gorî sala borî rêjeya tomarkirin û damezirandina kompaniyayan baştir e. Bi giştî heta niha li Hewlêrê 16 hezar û 996 kompaniyayên xwemalî û du hezar û 402 jî kompaniyayên biyanî ne.
Berpirsê tomarkirina kompaniyayan da zanîn, ji ber vîrusa koronayê û kirîza darayî, sala borî rêjeya tomarkirina şîrketan baş nebû û got, li Herêma Kurdistanê herî zêde li Hewlêrê kompaniya hatine damezirandin û tomarkirin, bi taybet kompaniyayên biyanî.
Bi gotina wî berpirsê hikûmetê, sermiyana şîrketên biyanî ji milyonek dînar dest pê dike heta milyarek dînar diçe. Piraniya şîrketên xwemalî di warê bazirganiyê de kar dikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin