Li Hewlêrê cara ewil Festîvala Hinaran birêve diçe
PeyamaKurd - Cotkarekî Kurd ê ji Helebcê festîvala hinarên Helebceyê îsal tîne paytexta Hewlêrê û dibêje, berhemên navxwe yên Kurdistanê bêhempa ne û divê wan bi cîhanê bidin naskirin.
Azad Mihemed ku bi navê ‘cotkarê nimûne’ tê naskirin, ragihand ku Festîvala Hinarên Helebcê, dê roja Yekşemê (10.11.2019) li parka Şaneder a li Hewlêrê birêve biçe û tê de dê çendîn berhemên nû bên nimayîşkirin. Azad Mihemed dibêje, cureyekî nû yê çayê, berhemeke nû ya tirî û çend cureyekî birinc û hinaran berhemanîne û dê bo cara pêşî wan berheman di wê festîvalê de nîşan bide.
Ew cotkarê Kurd di festîvalê de bi şêweyekî sereke berhemên xwe nimayîş dike lêbelê hejmareke cotkarên din jî berhemên xwe yên weke gwîz, tu û doşava tu û rubeya hinaran dê nimayîş bikin.
Li Helebcê her sal Festîvala Hinaran tê lidarxistin û di çarçova wan festîvalan de bi dehan cure berhem tên nimayîşkirin. Festîvala Hinaran cara pêşî ku li Hewlêra paytext tê sazkirin û tê de dê hejmareke berhemên nû jî bên nimayîşkirin.
Li gor amarên fermî li Helebcê salane 35 ton hinar tên berhemanîn. Hinara Helebcê weke nar û berhemeke bi navdûdeng a Herêma Kurdistanê tê qebûlkirin. Li Helebcê çend cureyên wê hinarê hene û li gor devera ku lê tên berhemanîn bi navên weke Ebabeylê, Salexanî û Sazan tên pênasekirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin