Cara ewil ji bo nasandina Gola Wanê Festîvala Avjeniyê ya Deryaya Wanê tê lidarxistin

18 tîrmeh 2022 14:30
Cara ewil ji bo nasandina Gola Wanê Festîvala Avjeniyê ya Deryaya Wanê tê lidarxistin

PeyamaKurd – Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, îsal cara ewil ji bo nasandina Gola Wanê "Festîvala Avjeniyê ya Deryaya Wanê" destpê kir.

Festîvala Avjeniyê ya Deryaya Wanê, ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û Komeleya Çalakvanên Gola Wanê ve tê lidarxistin.

Li gor zanyariyan, ji bajarên wek Bakurê Kurdistan û Tirkiyê yên weke Stenbol, Îzmir, Antalya, Sêwaz, Diyarbekir, Dêrsim, û Bêdlîsê gelek werzişvan û siruşthez ji bo beşdarî festîvalê bibin, çûn Wanê.

Hat ragihandin ku festîval 7 rojan berdewam bike, werzişvan wê pêşbaziya avjeniyê bikin.

Herwiha hat zanîn, di roja ewil a festîvalê de 400 kesên li Îskeleya Axtamarayê ya li navçeya Gewaşê ye hatin ba hev, amadehiyên xwe kirin û paşê ji bo ku xwe bigîhînin Girava Axtamarayê ya 4,5 kîlometre dûr e dest bi avjeniyê kirin.