Li Hewlêrê ‘Bîrdariya Nistîmanî’ ya qurbanîyên Kurd tê çêkirin

29 rêbendan 2020 17:23
Li Hewlêrê ‘Bîrdariya Nistîmanî’ ya qurbanîyên Kurd tê çêkirin

PeyamaKurd – Parlamentara Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di Parlamentoya Kurdistanê de, Sosin Mihemed eşkere kir ku bername heye monûmenta niştîmanî (bîrdarî) li bajarê Hewlêrê bê çêkirin.

Sosin Mihemed li ser mijarê ji medya Kurdistanê re da xuyakirin, li herêma Kurdistanê li çend navçeyan monûment hatine çêkirin ku agahiyê li ser qurbanên wan navçeyan didin, lê ji ber kêmasiyan heta niha nebûne cihê ku şand û tîmên biyanî dema serdana herêma Kurdistanê dikin, biçin serdana wan monûment û bîrdariyan bikin û ji nêzîk ve zilma li kurdan hatiye kirin bibînin.

Parlamentara PDKê got: “Ji ber wê jî hikûmeta herêma Kurdistanê bernameya wê heye bîrdariyeke niştimanî li navenda bajarê Hewlêrê çêbike, ku awayek be belge û dokumanterên herî zêde yên qurbaniyên kurd tê de bên komkirin û bibe sembola qurbanîdana kurdan.”

Sosin Mihemed da zanîn ku bi wê monûmentê ve dosyaya enfal û qurbaniyên kurd bi awayekî leztir dê pêş bikeve.